Li Diyarbekir û Mêrdînê di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da piştî ku sînordarkirina derketina derva dest pê kir, kuçe, kolan û mekanên dîrokî vala man.
Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldakê di nav sînorên bajêr da 4 roj derketina derva sînordar kir, hat dîtin ku li tevahiya bajarê Diyarbekirê kuçe, kolan û meydan vala bûn.
Polês bi destpêka qedexeyê pê va li tevahiya bajêr li ser wezîfeyê ne.
Ekîb wesayît û welatiyên ku dertên derva dide sekinandin û nasnameya wan kontrol dike.
Li navçeya Sûrê a dîrokî ku ji aliyê turîstên biyanî û xwecî va gelek tê ziyaretkirin jî bêdengî çêbû.
Xebatkarên wek nexweşxane, eczexan û firûnan ji bo herin ser karê xwe, serê sibê ji malê derketin.
Weke tevahiya bajêr di rêya Diyarbekir-Şanliurfa û Diyarbekir-Elezîzê da jî çûyîn û hatina wesayîtan pir kêm bû.
- Mêrdîn
Lê Mêrdînê jî bi sînordarkirina derketina derva ra meydan, kolan, kuçe û mekanên dîrokî vala bûn.
Li bajêr çûyîn û hatina meriv û wesayîtan pir kêm bû.
Bi taybetî kuçe, kolan û meydanên ku cihên dîrokî yên wek Medreseya Qasimiyeyê, Mizgefta Mezin, Dêra Kirklarê, Keşîşxaneya Dêra Zaferanê lê ne jî sahil in.
Polês li tevahiya bajêr ser wezîfeyê ne.