Li Diyarbekirê înşaetek tep bû

Li Diyarbekirê îskeleya înşaetekê tep bû û 1 jê giran 6 karker birîndar bûn

Li Diyarbekirê înşaetek tep bû

Li Baglara navçeya navend a Diyarbekirê di înşaeta mizgeftê da îskele hilweşiya û 1 jê giran 6 karker birîndar bûn.

Li Baglara navçeya navend, li taxa Baglarê di înşaeta mizgeftê da wexta bêton dihat rokirin, îskele hilweşiya.

Li ser agahiya ku karker di binê kavilan da mane, gelek ekîbên tenduristî, polês, AFAD û îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin.

Ekîban ji binê kavilan 6 karker derxistin û bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Hat gotin ku rewşa karkerekî giran e.

Di vê navberê da kamerayên ewlehiyê yên sîteyekê dîmena kêliya hilweşînê kişand. Di dîmenan da karker li se qubeya mizgeftê bêtonê ro dikin û wê kêliyê qube tep dibe û karker tê da diçin xwarê.

.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE