Li Diyarbekirê 3 gumanbarên ku dixwestin 1001 sîkkeyên tunç ên ji heyama Osmanî, Ebasî û Zengiyan mane li ser sûc hatin qefaltin.
Di daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê da hat gotin ku ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr bi saya xebatên îstixbaratî pê hesiyan ku li navçeya Çinarê gumanbarên dixwazin berhemên dîrokî bi bergîdana 500 hezar lireyî bifiroşin hene.
Li navçeyê dema ku gumanbaran dest bi firotina berhemên dîrokî kirin li ser kar hatin qefaltin. Di kontrola ser gumanbar û wesayîta wan da 1001 sîkkeyên tunç ên ji heyama Osmanî, Ebasî û Zengiyan mane hatin qefaltin.
Sîkkeyên hatin bidestxistin teslîmî Midûriyeta Muzeyê hatin kirin û der barê 3 gumanbaran da jî lêpirsîn dan destpêkir.AA