Li Diyarbekirê operasyona dijî berhemên dîrokî

Li Diyarbekirê 14 polikên zêrîn ên ji heyama Romayê û peykerekî ku wek berhema dîrokî tê hesibandin, hatin bidestxistin.

Li Diyarbekirê operasyona dijî berhemên dîrokî

Hat ragihandin li Diyarbekirê 14 polikên zêrîn ên ji heyama Romayê û peykerekî ku wek berhema dîrokî tê hesibandin, hatin bidestxistin.

Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî da û ragihand ku ekîbên Şaxa KOMê ya Fermendariya Cenderme ya Bajêr li taxa Baglarê dane pey kesên polikên zêrîn difirotin.

Kesên di ekîbê da wek kiryar tevgeriyan û 2 gumanbaran li ser sûc bi dest qefaltin.

Di kontrolkirina gumanbaran û navnîşanên wan da 14 polikên zêrîn ên wisa tê texmînkirin ku ji heyama Romayê mane hatin bidestxistin.

Ekîbên Fermandariya Qereqola Cenderme ya Bagdereyê ya li ser navçeya Silîvanê jî li cihê kontrolê otobuseke rêwiyan dan sekinandin û di hundirê kîsê rêwî M.G da peykerekî tê texmînkirin berhemeke dîrokî ye qefaltin.

Ji ber qaçaxçîtiya berhemên dîrokî hersê kes jî hatin binçavkirin û der barê wan da muemeleyên fermî dan destpêkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE