Li Licêya navçeya Diyarbekirê di operasyona narkoterorê da 2 milyon û 452 hezar û 500 serî kirkirk û 235 kîlogram esrar hatin girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku operasyona Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê ya ji bo bi delîlên berbiçav va destnîşankirina peywendiya di navbera rêxistina terorê PKKyê û hilberîner û firoşkarên hişbirê da û her wiha ji bo dîtina hişbira li herêmê veşartî û desteserkirina kesên ku hişbir veşartin, li kirê gundên Licêyê Yalaza û Baglanê bi sekeftî hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di operasyonê da di hundirê bîdon û poşetên çalkirî da 2 milyon û 452 hezar û 500 serî kirkirk û 235 kîlogram esrar hatin girtin û wiha hat gotin:
"Kirkirkê bidestxistî, miqdara herî mezin e ku di 6 mehên ewil ên îsal da li ser asta welêt di operasyonekê da hat girtin. Madeya hişbir li ciyê çavkaniyê hat îmhekirin û rê lê hat girtin ku bi milyonan welatiyên me bên jehrîkirin. Ji bo ewlehî û aramiya gelê me yê herêmê û ji bo têkoşîna dijî terorîstan, operasyon bênavber didomin."AA