Li Kayapinara navçeya Diyarbekirê di şerê biçek da parêzerek hat kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, bûyer li kafeyekê çêbû.
Armanç Arkaşê (28) parêzer û A.D (30) dema rûndiniştin ji ber sedemeke ku nayê zanîn ketin nîqaşê.
Nîqaş mezin bû û piştî demekê şer derket. Di vê radeyê A.D bi demanceyê guler berdan parêzer Arkaş.
Arkaş giran birîndar bû û bi 112 Servîsa Acil va rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Arkaş li nexweşxaneyê mir.
A.D piştî bûyerê revî û piştra hat û teslimî polêsan bû.