Li Diyarbakirê di şerê çekdarî yê ku li bazara xurdeyan di navbera 2 koman derket de kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn.
Li Baglara navçeya navendî, li bazara xurdeyan a li taxa Ozdemîrê, di navbera kesên ku melzemeyên xurde difirotin û komeke din a ku hatibûn kargehê de nîqaş derket û pişt re bû pevçûn.
Pevçûna ku çek tê de hat bikaranîn de 8 kes birîndar bûn.
Ekîbên Servîsa Acil a 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyên dewrûberê.
Ji birîndaran Ferhat Y, tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.
Ekîbên polîsan li cihê bûyerê delîl dan hev û derbarê pevçûnê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2019, 17:29