Li Diyarbekirê pirtûkeke bi Îbranîkî ku qedera 800 sal berê li ser çerm hatiye nivîsîn û motîf û neqşên dînî li ser hene, hat girtin. Der heqê bûyerê da 4 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê ew agahî bîter kirin, 4 kesên ku li navçeya navendê Kayapinarê rûdinên, ji bo firotana pirtûkeke dîrokî li navbeynkarekî digerin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, di encama lêkolînê da deket holê ku pirtûk bi Îbranîkî ye û qedera 800 sal berê li ser çerm hatiye nivîsîn û motîf û neqşên dînî li ser hene û wiha hat dewamkirin:
"Ji bo parastina serweta me ya dîrokî li ser telîmata Serdozgeriya Komarê operasyon hat lidarxistin û berşikên navborî gava xwestin pirtûkê bifiroşin, di kêliya kiryara sûc da hatin girtin. Di lêgerîna li ser şexs û kargehên wan da pirtûkeke Îbranîkî ku ji 11 pel û 22 rûpelan pêk tê hat bidestxistin. Herwiha der heqê bûyerê da jî 4 berşik hatin binçavkirin."
AA