Li Diyarbekirê pirtûkeke çerm a bi destxeta Îbranî hat desteserkirin

Berşik li Taxa Peyasê ya navçeyê gava dixwestin berhemên dîrokî bifiroşin, di kêliya kiryara sûc da hatin qefaltin.

Li Diyarbekirê pirtûkeke çerm a bi destxeta Îbranî hat desteserkirin

Li Diyarbekirê pirtûkeke çerm a bi destxeta Îbranî ku tê texmînkirin berhema dîrokî ye, hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, di encama xebatên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê da hat tesbîtkirin, hin şêniyên navçeya navendê Karapinarê li mişteriyan digerin ku çend berhemên kevnare bi bihayê 300 hezar lîreyî bifiroşin.

Berşik li Taxa Peyasê ya navçeyê gava dixwestin berhemên dîrokî bifiroşin, di kêliya kiryara sûc da hatin qefaltin.

Di lêgerîna li ser wan û wesayîtên wan da pirtûkeke çerm a bi destxeta Îbranî ku tê texmînkirin berhema dîrokî ye, hat desteserkirin.

Berhema bidestxistî bo Midûriyeta Muzeyê hat radestkirin, der heqê 3 berşikên hatin binçavkirin da jî lêpirsîn hat destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE