Li Diyarbekirê pêşangeha resman a li dêra dîrokî

Di pêşangeha bi navê "Bûyîna Jinûva" ya ku li Dêra Saînt George ya li Îçkaleya dîrokî hat vekirin da 170 resmên Başçi hatin nîşandan.

Li Diyarbekirê pêşangeha resman a li dêra dîrokî

Azîz Başçiyê hetanî demekê berê li Diyarbekirê wekî aşpêj dixebitî bername daxist têlefona xwe û pê resmên dijîtal xêz kirin û bi wan resman pêşangeh vekir.

Di pêşangeha bi navê "Bûyîna Jinûva" ya ku li Dêra Saînt George ya li Îçkaleya dîrokî hat vekirin da 170 resmên Başçi hatin nîşandan.

Başçi di daxuyaniya xwe da got ji ber ku pêşangeh hat vekirin gelekî bextewar bû.

Başçi got dema aşpêjî dikir di demên xwe yên mayîn da resim xêz dikirin, piştî ku loqanteya xwe girt jî ji ber ku atolyeya wî tune bi bernameya daxist têlefona xwe va resmên dijîtal xêz kirin.

Başçi got demekê şûnda bi tiliyeke xwe va resim xêz kirin û wiha pê da çû: 

"Min di salekê da kêmzêde 800 resim xêz kirin. Dema min pêşengeh vekir ez gelekî şa bûm. Heke atolyeya min hebe ez ê xêzkirina resmên xwe yên dijîtal û yên bi boyaxê bidomînim. Dema aşpêjî dikir min dev ji xêzkirina resman berneda. Mişteriyên min jî didîtin ku ez resman xêz dikim. Hem aşpêjiyê hem jî xêzkirina resman ez kêfxweş dikirim. Min dev ji meslekê bavê xwe berda û ev ji bo min bû keder."

Vehbî Yurtê Midûrê Muzeyan ê Diyarbekirê jî got welatî bi çalakiyên hunerê ra eleqedar in û ev ji bo wan zehf girîng e.

Yurt got di resmên Başçi da xwe dibînin û wiha pê da çû: "Ji bo ku pêşangeha xwe veke me piştgirî da wî. Ji ber ku resamekî wiha li bajarê me ye em kêfxweş dibin. Em dixwazin bi vê pêşangehê va nîşan bidin ku qîmetê didin hunerê."

Pêşangeh ew ê hetanî 30yê nîsanê vekirî be.

Dîroka nûkirinê: 24 Nîsan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE