Li Diyarbekirê pêşbaziya xwarinên herêmî yên bi kerengê hatine çêkirin

Di çalakiyê da juriyê 14 xwarin û meze nirxandin. Plaket dan pêşbazên ketin dereceyê.

Li Diyarbekirê pêşbaziya xwarinên herêmî yên bi kerengê hatine çêkirin

Li Diyarbekirê di pêşbaziya ji bo nasandina xwarinên herêmî hat lidarxistin da 14 xwarin û mezeyên ku bi kerengê hatine çêkirin hatin pêşkêşkirin. 

Di çarçoveya "Rojên Nasandina Diyarbekirê" ya ku cara ewil ji hêla Komeleya Nasandin û Lêkolîna Mitbexa Hevselê ya Diyarbekirê va tê lidarxistin da "Pêşbaziya Xwarinên Kerengê" hat kirin.

Di çalakiyê da juriyê 14 xwarin û meze nirxandin. Plaket dan pêşbazên ketin dereceyê.

Serokê Komeleyê Ekîn Ensarîoglu di axaftina xwe da got dixwazin ku xwarinên mitbexa bajêr ên ku xweser derxînin holê û bidin nasandin. 

Ensarîoglu got ku li Diyarbekirê ji xwarinên sebzeyan bigir heta xwarinên goşt, ji cureyên seleteyê heta cureyên şîraniyan gelek tehmên ku hem gelê herêmê hem jî ziyaretvan gelekî jê hez dikin hene û wiha axivî: "Armanca me ew e ku em li Diyarbekirê çalakiyên cuda û nasandinan bikin û xwarinên me yên li ber jibîrkirinê ne li nav welêt û dervayî welêt bidin nasandin. Em dixwazin ku bi taybetî jinên me di vê mijarê da bin banê komeleya me da cî bigirin."

Turkan Akyila ku tirşiya kerengan çêkir û bi vê xwarina xwe di pêşbaziyê da bû yekemîn got ku ji nebatên ku li herêmê çêdibin gelek cureyên xwarinan têm çêkirin. 

Akyilê diyar kir ku ji diya xwe hînê çêkirina tirşiya kerengan bû û axaftina xwe wiha domand: "Niha jî ji ber ku çalakiyeke wiha heye me qevenoza ku li malê çêkirî bû anî û pêşkêş kir. Ji ber ku bûm yekemîn kêfxweş im. Ez hemû hevalên xwe jî pîroz dikim. Em ji zarokatiya min va tirşiya kerengê çêdikin û dixwin. Divê her kes vê tehmê nas bike û bixwe. Bila çalakiyên bi vî awayî berdewam bikin. Ji bo nasandina mitbexa Diyarbekirê gelekî baş çêbû."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE