Li Diyarbekirê Qaymeqama ku Kurdî hîn bû welatiyan qanî dike ku aşî bibin

Ekîbên tenduristiyê gava rastî welatiyekî tên ku naxwaze xwe aşî bike, Qaymeqam Buyuknalçaciyê dikeve dewrê û bi wan ra bi Tirkî û Kurdî diaxive, wan qanî dike ku aşî bibin.

Li Diyarbekirê Qaymeqama ku Kurdî hîn bû welatiyan qanî dike ku aşî bibin

Qaymeqama Çinara navçeya Diyarbekirê Guher Sînem Buyuknalçaciyê bi Kurdî hîn bû da ku wan welatiyan qanî bike ku xwe aşî bikin yên digel ku dora wan hatiye, lê aşiya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li xwe naxin.

Li navçeyê ekîbên tenduristiyê hatin sazkirin da ku biçin û der heqê aşiyê da agahiyê bidin welatiyan ku aşî bibin. Ekîb ji bo ku welatî aşî bibin, li navenda navçeyê û li gund û mezrayan digerin, diçin malên welatiyan da ku wan qanî bikin. Di van ziyaretan da carinan Qaymeqam Buyuknalçaciyê jî beşdar dibe.

Ekîbên tenduristiyê gava rastî welatiyekî tên ku naxwaze xwe aşî bike, Qaymeqam Buyuknalçaciyê dikeve dewrê û bi wan ra bi Tirkî û Kurdî diaxive, wan qanî dike ku aşî bibin.

Buyuknalçaciyê herî dawî çû ziyareta Ahmet Gundogduyê 90 salî ku li navenda navçeyê dijî û bi ya ekîbên tenduristiyê nekir û aşî li xwe nexist.

Piştî ku Buyuknalçaciyê ket dewrê, Gundogdu qanî bû, aşî li xwe xist. Lewma jî Gundogdu sipasiya Buyuknalçaciyê û ya ekîban kir û wiha got, "Xwedê ji te razî be. Xwedê emrê te dirêj ke."

Qaymeqam Buyuknalçaciyê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wan li navçeyê ji sedî 70yî welatiyên ji ser 65 saliyê aşî kirin, ji sedî 50yî yên ku nexwestin aşî bibin, hatin qanîkirin.

Buyuknalçaciyê diyar kir, li navçeyê dora kê tê, tê aşîkirin û wiha dewam kir, "Em îro jî hatin cem apê Ahmet. Nedixwest aşî bibe. Me dît ku piştevaniya wî ya ji bo dewleta me tam e. Em jî mîna keça xwe dîtin. Lewma tu problem derneket. Me pê ra xeber da û qanî bû.

Ji bo ku rasterast bi welatiyan ra biaxivim, min dest bi hînbûna Kurdî kir. Ez ji welatî û zarokan Kurdî hîn dibim. Bandora vê yekê li ser fealiyeta aşîkirinê jî çêbû. Welatî gava vê xîreta min dibînin, zehf ji min hez dikin."

Mixtarê Gundê Yarimkaşê Mehmet Sait Gulçer jî diyar kir, di çarçoveya xebatên qanîkirinê yên ji bo aşiyê da Qaymeqam Buyuknalçaciyê û ekîbên tenduristiyê gelek carî hatin gundê wan û di mijara aşiyê da agahî dan welatiyan û ew qanî kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE