Li Diyarbekirê di qezaya trafîkê da jê yek giran 22 kes birîndar bûn.
Li navçeya Kayapinarê li taxa Firatê di kuçeya 587emîn da minîbuseke servîsê ya ku plaqeya wê 21 S 0949 ya ku xebatkaran dibir û dianî û otobêseke şaredariyê ya ku plaqeya wê 21 BS 832 bû li hev qelibîn.
Otobêsa şaredariyê li dîwarê dibistanekê xist û wisa sekinî.
Di qezayê da jê yek giran 22 kes birîndar bûn.
Birîndar bi 112 Servîsa Acil va rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.
AA