Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 8 birîndar

Li Diyarbekirê minîbês li kamyona ka barkirî qelibî, 4ê wan giran 8 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 8 birîndar

Li Diyarbekirê minîbês li kamyona ka barkirî qelibî, rewşa 4ê wan giran 8 kes birîndar bûn.

Minîbêsa bi pîlaqeya 21 KE 375 a Aydin Gelmez diajot li kîlomêtreya 20î ya rêbejaya Diyarbekir-Sîlvanê ji aliyê paşiyê ra li kamyona ka barkirî ya pîlaqeya wê nayê zanîn qelibî.

Ji ber zerpa lêketinê minîbêsa teqle avêt, hin rêwiyên di minîbêsê da asê man piştî xebata ekîbên agirkujiyê hatin derxistin.

Di qezayê da Gelmez, Esma, Şevîn Erdem, Nurşîn û Songul Gelmez û 3 zarokên navê wan nehat eşkerekirin birîndar bûn.

Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîcleyê.

Ji ber qezayê aliyekî rê ji trafîkê ra hat girtin.

Ekîbên cendirmeyan ji bo derdestkirina ajokarê kamyonê xebat dan destpêkirin.

Hat ragihandin ku minîbês ji daweteke li Hanêya navçeya Diyarbekirê dihat.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 15:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE