Li Diyarbekirê Qur’ana dijîtal hat belavkirin

Xwendekarên astengdar bi guhdarkirinê Qur’anê hîn dibin

Li Diyarbekirê Qur’ana dijîtal hat belavkirin

Ji bo astengdarên ku çavên wan nabînin Qur’ana dijîtal hat amadekirin. Zarok bi saya ‘qelem el basirê’ bi guhdarkirinê Qur’ana pîroz bi tefsîrê hîn dibin.

Bi hevkariya Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê û Komeleya Piştevaniya Katarê li Diyarbekirê Qur’ana Dijîtal hat belavkirin.

belavkirina Qur’anên dijîtal li Dibistana Astengdarên nabînin ya Ali İhsan Arslan hat lidarxisitin.

Miftiyê Diyarbekirê Yavuz Selim Karabayir li xwendekarên ku nabînin Qur’anên Dijîtal belav kirin.

Miftî Yavuz Selim Karabayir got “Astengdarên xuşk û birayên me ji bo civakê bi qiymet in. Em hewl didin ku kesên çavên wan nabînin jî Qur’anê hîn bibin. Me bi alîkariya Weqfa Diyanetê Qur’anên dijîtal belav kirin. Astengdar êdî bi rihetî wê kitêba Xwedê fêr bibin.”

Qur’ana Dijîtal ji bo astengdaran xusûsî bi fîhrista braille hatiye sazkirin.

Şagirtên ku çavên wan nabînin pênûsa jîr datînin ser sûreyan û guhdariya Qur’anê dikin.

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE