Li Diyarbekirê mensûbên PKKya rêxistina terorê bombeyeke destan avêtin wesayîta polêsan a bizirx.
Li gor agahiya ku hat hildan, li taxa Şehîtlikê ya navçeya navend a Yenîşehirê ser kuçeya 106emîn terorîstan bombeya destan avêt wesayîta bizirx a Midûriya Emniyeta bajêr ku li wê derê li dewriyeyê digeriya.
Di êrîşê da tiştek bi kesî nehat û seba girtina kiryaran operasyona berfireh dan destpêkirin.
AA