Li Kayapinara navçeya navendî ya Diyarbekirê di encama êrîşa çekdarî ya li qehwexaneyekê 1 ji wan bi giranî 3 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyan li Bulvara Mahabadê hinek kesen çekdar ji otomobîlekê daketin û girtin ser qehweyekê. Piştî êrîşê, êrîşkar bi heman otombîlê ji cihê bûyerê reviyan. Di êrîşê de 1 ji wan bi giranî 3 kes birîndar bûn. Ekîbên Servîsa Acil a 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr. Polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û ji bo girtina êrîşkarab xebat dan destpêkirin.
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE