Li Diyarbekirê rêya Romayê ya 2 hezar salî derdixin ser rûyê dinyayê

Serokê Heyeta Vedanê Prof. Dr. Îrfan Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew bi tevkariya Wezareta Çand û Turîzmê û Zanîngeha Dîcleyê û bi piştgiriya ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xebatên vedanê dimeşînin.

Li Diyarbekirê rêya Romayê ya 2 hezar salî derdixin ser rûyê dinyayê

Li Sûra navçeya navend di Girê Amîdayê da ku weke "Dilê Diyarbekirê" tê pênasekirin, vedanên arkeolojîk tên kirin û di vedanê da wê rêya Romayê ya nêzî 2 hezar salî derxin ser rûyê dinyayê.

Girê Amîdayê mazûvaniya gelek şaristaniyên weke Hurrî-Mîtannî, Urartu, Asurî, Med, Pers, Qraltiya Mezin a Tîgranê, Roma, Sasanî, Bîzansî, Emewî, Ebbasî, Sefewî, Eyyubî, Merwanî, Selçûqî, Osmanî û Artukiyan kiriye. Wezareta Çand û Turîzmê bi serokatiya Prof. Dr. Îrfan Yildızê Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê xebatên kolandinê dide meşandin û ev xebat di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da dewam dikin.

Serokê Heyeta Vedanê Prof. Dr. Îrfan Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew bi tevkariya Wezareta Çand û Turîzmê û Zanîngeha Dîcleyê û bi piştgiriya ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xebatên vedanê dimeşînin.

Yildiz bi bîr xist ku bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin di Îçkaleyê da restorasyon hat kitin û ji ber vê xebatên vedanê di binê sûran da tên kirin.

"Em taybetiyên rêya kevir a Romayê dibînin"

Yildiz diyar kir ku xebata wan wê nêzî salekê dewam bike û ew li bendê ne ku di vedanê da gelek berhemên dîrokî werin derxistin.

Yildiz destnîşan kir ku sezona pêş ji sala 2022yê pê va cihê ku niha tê vedanê wê seba turîzmê were vekirin û ragihand, rêya ku di binî da ye, dişibe rêya heyama Romayê.

Yildiz wiha dewam kir, "Em tayetiyên rêya kevir a Romayê dibînin. Li bakurê Diyarbekirê, li texma Pireya Reş a li ser rêya Diyarbekir û Egîlê rêya kevir a Romayê di roja îroyîn da jî tê xebitandin. Îhtimal heye ku rêya ku ji Amîdayê dertê ber bi wê derê va dewam kiriye."

Yildiz daxuyand, daneyên ku ji vedanê dertên, wê seba turîzma Îçkaleyê jî kêr werin û piştî ku vedan û xebata restorasyonê kuta bibe, ev der wê bibe navendeke nû ya cazîbeyê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE