Li Diyarbekirê şaredariyê li ser otobêsa servekirî konser da

Ekîba Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ji bo kesên ku ji malê dernakevin bi otobêsa servekirî va bi Kurmancî, Zazakî, Tirkî û Erebî konser da.

Serokatiya Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatiyên ku seba qedexeya derketina derva nikarin ji malên xwe derkevin, li ser otobêsa tûrê ya servekirî stranên Kurmancî, Zazakî, Tirkî û Erebî hatin gotin.

Konser ji bo ku kêfa welatiyan xweş bibe, hat organîzekirin û di konserê da hunermendên Konservatuvara Şaredariya Bajarê Mezin cih girtin.

Diyarbekirî li xeta 153yê geriyan û daxwaza stranên ku xwestin werin gotin, ji rayedaran ra gotin û di bolkon û paceyên xwe ra avêtin ber stranbêjan û çepik lê xistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE