Li Diyarbekirê seba eydê mesaiya "şêraniyê"

Hosteyên qedayîfa badayî ya tescîlkirî, beriya Eyda Qurbanê sparîş hildan û ji bo ku sparîşên xwe pê ra bigihînin, xebatên xwe zêde kirin.

Li Diyarbekirê seba eydê mesaiya "şêraniyê"

Li Diyarbekirê dezgehên ku seba eydê qedayîfa badayî çêdikin, beriya Eyda Qurbanê mesaiyeke zêde kirin û sparîşan pê ra digihînin.

Hosteyên qedayîfa badayî ya tescîlkirî, beriya Eyda Qurbanê sparîş hildan û ji bo ku sparîşên xwe pê ra bigihînin, xebatên xwe zêde kirin.

Qedayîfa badayî ku Saziya Patenta Tirk û Marqeyê belgeya tescîlê ya erdnîgarî dayê, bi fistiq, gûz, to û penêr çêdibe. Digel van havînê qedayîfên sar jî tên çêkirin û digel Diyarbekirê ji bajarên cuda gelek kes vê qedayîfê dixwaze.

Qedayîfa badayî rojane tê çêkirin û Enqere û Stenbol di serî da ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê ra jî wekî pakêt tên şandin.

Mehmet Akanê ku 30 sal e di îmalatxaneya şêraniyê da wekî hoste dixebite, ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir, ji bo ku ew sparîşên eydê pê ra bigihînin û sifreyan bê şêranî nehêlin, ew derbasî xebata bi wardiye bûn.

Akan daxuyand ku wekî her eydan di vê eydê da jî ew ketin tempoya xebata zêde û wiha dewam kir, "Ji bo ku gelê me di eydê da bê şêranî nemîne, çi ji destê me tê, em dikin. Ji ber ku hewa germ e, bi taybetî qedayîfa sar tê tercîhkirin."

Kargerê şêraniyan Mehmet Altunbay jî diyar kir ku kargeha wan nêzî 50 salî ye şêranî tê çêkirin, ji bo Eyda Qurbanê ew dixebitin ku sparîşên mişteriyan pê ra bigihînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE