Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo çûyîn û hatina navçeyên Egîl û Dîcleyê seba danê nîvro seferan zêde dike.
Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, Serokatiya Daîreya Gîhandinê, ji bo pêdiviyên welatiyan ên nexweşxane, perwerde, tenduristî û bazirganî pêk werin û bi rehetî û di nav ewlehiyê da herin û werin, xizmeta birin û anîna wan dewam dike.
Otobêsên ku wê seferên zêde bikin wê di saet 11.00î da ji Diyarbekirê bi rê kevin, pêşiyê herin Egîlê, ji wir herin Dîcleyê. Ji navçeya Dîcleyê jî saeta birêketina otobêsê jî 13.00 hat kifşkirin.
Seferên zêde yên otobêsê wê îro dest pê bike.
AA