Li Haniya navçeya Diyarbekirê di navbera du malbatan de şerê biçek derket û di bûyerê da 3 kes hatin kuştin. Ji ber bûyerê 3 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan, di navbera malbata Demir û Ozen ji ber meseleya erazî neyartî hebû. Herdu malbat li nêzî Parka 15yê Tîrmehê rastî hev hatin.
Malbat ketin nîqaşê û piştra nîqaş vegeriya şerê bikêr û biçek.
Di bûyerê da Sedat, Îsa û Firat Demîr hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Haniyê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Rayedaran li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin. Tîmên polêsan di vê çarçoveyê li taxa Zîrveyê operasyon birin ser hin navnîşanan û V.O, A.O û M.O biçekên wan va binçav kirin.
Kar û barên şikbaran li emniyetê dewam dike. AA