Li Diyarbekirê şerê biçek: 6 kuştî, 9 birîndar

Li navçeya Sîlvanê sê malbatan bi çekan şer kir û yek jê jin 6 kes hatin kuştin, 9 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê şerê biçek: 6 kuştî, 9 birîndar

Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê di pevçûna ku çek hatin emilandin da 2 jê jin 6 kes hatin kuştin û 9 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan Enver Tekînê li gundê Gokçetevekê (Reşikê) dimîne ji ber sedemên hê nayê zanîn keça xwe Gulşen Poyraza ku li gundê Keklîkdereyê bûka malbata Poyraz e tîne malê û li ser vê malbata Poyraz ji bona Gulşenê bibin tên mala Enver Tekîn.

Li gund di navbera herdu malbatan da pevçûn derdikeve û çek tên emilandin û malbata Narîn ya li heman gundî dimînin jî pişta malbata Tekîn digirin.

Di pevçûna ku çek hatin emilandin da Azîz (22), Halîse, Gokhan (22) û Munevver Narîn, Edip Okraş û Suleyman Eleftoz hatin kuştin û Tegmen Yapici, Ferhat Tekîn, Munevver Bagli û Ferhat, Felhat, Mevlut, Cevat, Dukhan û Mehmet Narîn birîndar bûn.

Kesên birîndar li nexweşxaneyên cuda yên Sîlvan û Diyarbekirê tên dermankirin.

Li gor agahiyan ji ber bûyerê kesek hat binçavkirin û ji bona kesê ku tevlî pevçûnê bûye bê qefaltin jî xebat dewam dikin.

Li gor agahiyan piştî otopsiyê wê cinaze bên teslîmkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE