Li Bismîla navçeya Diyarbekirê di navbera du malbatan de ji ber mijara keçrevandinê şerê çekdarî derket, di şer de 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di navbera malbata Kaplan a ku li Taxa Firatê rûdinê û malbata Sûriyeyê ya îdia dikin ku keça wan revandine de nîqaş derket.
Nîqaş di demek kurt de bû şer û li ser vê Yusuf Kaplan (53), Zeynep Kaplan (39), Mehmet Kaplan (15), Xatim Ebasa Sûriyeyî (32) û 2 kesên navên wan nehatin hînbûn bi tifing û demanceyê birîndar bûn.
Birîndar bi arîkariya welatiyên hawirdor rakirin nexweşxaneyê û piştî midaxaleya ewil a vir ew rakirin nexweşxaneyên li Diyarbekirê.
Polês piştî bûyerê li hawirdor tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hildan û ji bo girtina kiryaran xebat dan destpêkirin.AA