Li Diyarbekirê Tahir Elçî hat bibîranîn

Ji bo Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî ku sê sal berê li navçeya Sûrê di êrîşa terorê ku tê da 2 polês jî şehîd bûn da jiyana xwe ji dest da, merasima bibîranînê hat lidarxistin

Li Diyarbekirê Tahir Elçî hat bibîranîn

Ji bo Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî ku sê sal berê li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrîşa terorê ku tê da 2 polês jî şehîd bûn da jiyana xwe ji dest da, merasima bibîranînê hat lidarxistin.

Komek parêzer ku li ber Edliyeya Diyarbekirê hatin cem hev, heya Kuçeya Yenîkapiyê ya ku Mînareya Çarling li wê derê ye, meşiyan. Êrîşa terorê li vê kuçeyê hatibû kirin.

Di merasima ku li vê derê hat lidarxistin da axaftina Tahir Elçî ya ku beriya were kuştin li ber Mînareya Çarling kiribû, bi dengweşê dan guhdarîkirin.

Serokê Baroyê Cihan Aydin di axaftina xwe da diyar kir ku Elçî, bihayê parastin û xwedîlêderketina mîrata dîrokî û çandî bi canê xwe da.

Aydin bal kişand ku Elçî "hezkiriyê Diyarbekirê" bû û wiha dewam kir:

"Elçî ne tenê ji bo kêşeyên gelê herêmê, herwiha ji bo hemû gelê Tirkiyeyê têkoşîn meşand. Elçî hewl da û xebitî da ku di her warî da maf û azadî bên parastin û herwiha însan di şert û mercên demokratîk, dadwer û azadtir da bijîn."

Aydin got ku ew, lêpirsîna ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê hat destpêkirin, dişopînin û ew ê kiryaran derxin ber dadrêsê û wiha dewam kir, "Tahir Elçiyê xoşewîst, tu yê timî bi qencî, aştiya ku te xwe jê ra kir qurbanî û bangewaziya te ya ji bo demokrasî û aştiyê va werî bîra me, em ê te timî wiha bi bîr bînin."

Piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn ciyê ku Elçî lê hat kuştin.

Jina Elçî, Turkan Elçî, Parlamenterê Stenbolê ji CHPyê Sezgîn Tanrikulu, Parlamenterên ji HDPyê Adnan Selçuk Mizrakli û Musa Farîsogullari jî beşdarî merasima bibîranînê bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2018, 15:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE