Li Diyarbekirê terorîstên PKKê bi saya baldariya hêzên ewlehiyê negihîştin armanca xwe

Ji du wesayîtên ku guh nedan hişyariya "bisekine" û reviyan yek jê qeza kir û pakêta wisa tê texmînkirin mekanîzmaya bombeyê bû jê avêtin derva. Pakêt bi awayek kontrol hat îmhekirin û derket holê ku şofêrê hat binçavkirin ji ber PKKê qeyda wî hebû.

Li Diyarbekirê terorîstên PKKê bi saya baldariya hêzên ewlehiyê negihîştin armanca xwe

 Li Diyarbekirê terorîstên PKKê bi saya baldariya hêzên ewlehiyê negihîştin armanca xwe.

Di kontrola ku ekîbên Midûriyeta Şaxa KOMê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr dikirin da li ser rêya Diyarbekir Mêrdînê wesayîta bi plakeya 21 AAZ 225 guh neda hişyariya "bisekine" û reviya.

Li ser vê polêsan da pey lê wesayîtê li ser xaçerêya Bulvara Qamişloyê qeza kir.

Hêzên ewlehiyê dîtin ku torbeyekî reş ji wesayîtê hat avêtin û di encama kontrolê da derket holê ku ew hatiye bantkirin, li serê meqnetîz û mekanîzmaya bombeyê ya bi têlefonê va girêdayî heye.

Şofêrê wesayîtê Îbrahîm K. hat qefaltin.

Mekanîzmaya bidestxistî jî ji alî pisporên bombe îmhekirinê va hat îmhekirin.

Wesayîta bi plakeya 21 AAU 563 a ku pêşengiya wesayîta hat qefaltin dikir jî li ser Kolana Mewlana Xalid bê kes hat dîtin.

Hat tespîtkirin ku şofêrê wesayîta hatiye terkirin Suat. A. ye û birayê wî Mahfuz A. hat binçavkirin.

Ji bo Suat A. bê qefaltin xebat dewam dikin.

Hat tespîtkirin ku qeyda herdu şofêran jî ji ber PKKya rêxistina terorê heye û di wesayîtan da jî gelek amûrên dijîtal, çeka bêruhsat, du şarşor û 35 gule hatin qefaltin.

Der heqê Îbrahîm K. da 5 caran û der heqê Suat A. yê bo qefaltina wî xebat didomin da jî 7 caran di çarçoveya lêpirsînên dijî PKKya rêxistina terorê da muamele hatine kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE