Li Diyarbekirê TIR û minîbus li hev ketin, kesek mir û 19 kes jî birîndar bûn

Li ser rêya Diyarbekir Rihayê li texma Gommetaşê TIR û minîbusa ku plake û nasnameya şofêrên wan hê jî nayê zanîn li hev qelibîn.

Li Diyarbekirê TIR û minîbus li hev ketin, kesek mir û 19 kes jî birîndar bûn

 Li Diyarbekirê TIR û minîbusek li hev ketin û di qezayê da kesek mir û 19 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Diyarbekir Rihayê li texma Gommetaşê TIR û minîbusa ku plake û nasnameya şofêrên wan hê jî nayê zanîn li hev qelibîn.

Di qezayê da 20 kes birîndar bûn û ekîbên Servîsa Bilez a 112an hatin cihê bûyerê, birîndaran rakirin nexweşxaneyê lê 1 digel hemû mudaxeleyan bi ser xwe da nehat û can da.

Tedawiya birîndarên ku rakirin nexweşxaneyan dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE