Li Diyarbekirê veguherîna bajêr

205 xwedîheq hatin razîkirin, piştî xerakirinê dê dever bibe baxçeyê milet.

Li Diyarbekirê veguherîna bajêr

Li Diyarbekirê projeyên veguherîna bajêr didomin. Piştî paqijkirina derdora Bircên Sûrê niha jî li fîskayayê etaba ewil a xerakirina avahiyan dest pê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di veguherîna bajêr de projeyên mezin bi cih tîne.

Şaredariyê pêşî li Sûra dîrokî birc û sûrên qedîm ji avahiyên bêpergal paqij kir. Niha jî li Fîskayayê veguherîna bajêr dest pê kir.

Li mintiqeya Fîskayayê etaba ewil dest pê kir û personelan dest bi xerakirinê kir.

Şaredariyê bi 205 kesên xwedîheq re li hev kir û dê peyderpey ev avahî werin xerakirin.

Waliyê Diyarbekirê Münir Karaloğlu got, "Em dixwazin van herêman ji bo Diyarbekiriyan bikin cihên ku dê lê bêhnekê bistînin. Heta niha me bi 205 welatiyan re li hev kiriye. Me li hev kir û me li hev helal kiriye. Însanên me bi ti awayî nehatine mexdûrkirin û dê neyên mexdûrkirin".

Li dewsa avahiyên ku li Fîskayayê tên xerakirin dê park, bexçeyê milet û qadên hêşînahiyê bên avakirin.

Bi vê projeyê dê derdora Çemê Dîcle û Bexçeyên Hewselê jî muferehtir bibe.

Li Diyarbekirê taxên Dîcle û Ferîtkoşkê di 2017an de bi destê Wezareta Derdor û Bajargeriyê weke cihên birîsk hatibûn tesbîtkirin. Ev tax dê di 5 etaban de werin xerakirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE