Li Diyarbekirê xeta gilî û îxbarê ya vîrusa koronayê hat vekirin

Li Diyarbekirê xeta gilî û îxbarê ya vîrusa koronayê hat vekirin

Xeta gilî û îxbarê ku Walîtiya Diyarbekirê di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da vekir, ket xizmetê.

Di daxuyaniya Walîtiyê hat ragihandin ku gefa vîrusa Kovîd-19ê ya li ser mirovan berdewam e û her wiha Tirkiye li dijî vê vîrusê têkoşîneke nimûne dimeşîne.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku wekî Walîtî, têkoşîna dijî şewbê tê meşandin û wiha hat gotin:

"Di vê çarçoveyê da me qederek tedbîr sitandin û em cîbicî dikin. Li gorî rewşa şewbê, em ê tedbîrên nû bistînin û bisepînin. Her wiha divê welatî di mijarên paqijî, maske û mesafeya civakî da baldar bin û pabendî van rêgezan bibin. Her wiha hûn dikarin, binpêkirinên ku hûn dibin şahid, ragihînin Xeta Îxbatê ya Whatsappê ya Walîtiya Diyarbekirê ya nimro 0539 285 90 90."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE