Li Silvana navçeya Diyarbekirê xwendekaran bi qûtiyên deterjanan, satilên qatixan, karton û kûpan va hêlînên çûkan çêkirin û wan bi darên li baxçeya dibistanê va darvê kirin.
Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Ataturkê ya Bismilê û mamosteyên wan piştgirî dan projeya "Ji Bo Çûkan Mistek Hêvî".
Bi serokariya mamosteyan xwendekaran bi qûtiyên deterjanan, satilên qatixan, karton û kûpan va hêlînên çûkan çêkirin.
Xwendekaran paşê ev hêlîn bi darên li baxçeya dibistanê va darve kirin.
Mamoste Nurcan Taşçier Kurt got hezkirina heywanan û xwezayê di biçûkatiyê da tê hînkirin û ew jî dixwazin kesên xwedî wîcdan û berpirsyar mezin bikin.
Taşçier got bi saya vê projeyê ew dixwazin xwendekar bi awayekî aktîf beşdarî dersan bibin, xwebawer bin û bikaribin pirsgirêkên rojane çareser bikin.AA