Li Diyarbekirê operasyonên dijî hişbirê

Di operasyonan de 223 kîlo û 533 gram esrar hat bidestxistin.

Li Diyarbekirê operasyonên dijî hişbirê

Li Diyarbekirê di operasyonên dijî hişbirê de ji 26 kesên ku hatin binçavkirin 7 kes hatin girtin.

Li gor agahiyan li bajêr ji bo ku rê li ber firotin û bikaranîna hişbirê bê girtin operasyon hatin lidarxistin.

Di operasyonan de li navendeke kargoyê di nav termosîfoneke ku wê bi kargoyê bihata şandin de, li taxekê di tewleyekê de û li kuçeyekê 212 kîlo û 918 gram esrara xubar, 10 kîlo û 610 gram esrara toz, 5 gram esrara plaqe, bi tevahî 223 kîlo û 533 gram esrar, 70 hebên hişbir, 92 gram metamfetamîn, 38 gram kokaîn û 1,26 gram eroîn hat bidestxistin.

Ji 26 kesên ku hatin binçavkirin û derketin pêşberî mehkemeyê 7 kes hatin girtin.

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tebax 2018, 10:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE