Li Îdlibê agirbest 15 caran hat binpêkirin

Li Îdlibê piştî agirbest kete rewacê 10 deqîqe şûn da rejimê agirbest binpê kir û heta dawiya rojê jî 15 caran agirbest îxlal kir.

Li Îdlibê agirbest 15 caran hat binpêkirin

Li Îdlibê piştî agirbest kete rewacê 10 deqîqe şûn da rejimê agirbest binpê kir û heta dawiya rojê jî 15 caran agirbest îxlal kir.

Hêzên rejimê duh jî, îro jî agirbest binpê kirin û bi tivingên bimakîne va gule berdan konvoya Artêşa Türkiyeyê (TSK). Ji bilî vê hêzên rejimê 3 guleyên hewanê avêtin nêzîkî yekîneyeke din.

6ê Adarê di saet 00.01î da di navbera Türkiye û Rûsyayê da agirbest hat kirin. Li gor agahiya nûçegihanê AAyê bi dest xist piştî agirbestê 10 deqîqe şûn da rejimê agirbest binpê kir û di dawiya rojê da jî 15 caran agirbest îxlal kir. Hêzên Rûsyayê jî di van îxlalkirinan da 50 gule bi kar anîn.

Hêzên rejimê zêdetir li başûrê Îdlibê li herêmên Maarat Aliya, Fattira, Kastun, Kan Safra, Ziyara, Ibzumo, Sfuhîn, Bara, Tukadê û duh şev jî li çolbestên Hemayê, gundê Ziyarayê ya li deşta Gabê guleyên tacîzê avêtin.

Duh şev hêzên rejimê qasî saetekî li gundên Cebel Zaviyeyê yên Shuhen, Fattîre, Kefer Avîdê gule avêtin.

Ji bilî van hêzên rejimê ji herêma Urum As Sugrayê bi tivingên bimakîne va gule berdan konvoya TSKyê.

Hêzên rejimê 3 guleyên hewanê avêtin 800 mêtro nêzîkî yeqîneyeke din.

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di 5ê Adarê civînek kiribûn û li hev kiribûn ku li Îdlibê agirbest çêbibe.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE