Li Îdlibê dewriyeya Hêzên Artêşa Tirkiyeyê dest pê kir

Hêzên Artêşa Tirkiyeyê ji ber mutabaqata di Civîna Soçiyê da çêbû li Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê derketin dewriyeyê.

Li Îdlibê dewriyeya Hêzên Artêşa Tirkiyeyê dest pê kir

 Hêzên Artêşa Tirkiyeyê ji ber mutabaqata di Civîna Soçiyê da çêbû li Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê derketin dewriyeyê.

Hêzên Artêşa Tirkiyeyê ji ber mutabaqata 14ê Sibatê bi beşdariya Tirkiye, Rûsya û Îranê di Civîna Soçiyê da çêbû li Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê derketin dewriyeyê. 

Li ser rêya Hêzên Artêşa Tirkiyeyê 6 cî hene û ew jî ev in: "Li bakurê Îdlibê Kefer Lusîn û Dana, li rojavayê Helebê Etarib û bi başûrê rojavayê Helebê Gammarî, Qanatir û Tel Eys."

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar îro beşdarî Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) bûbû û destnîşan kiribû îro li herêma sînor ya li dervayî Îdlibê Rûsya û li herêma ji çekan hatiye paqijkirin jî wê dewriyeya Artêşa Tirkiyeyê dest pê bike.

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE