"Li Îdlibê dijî êrîşan wê demildest bersiv bê dayîn"

Serbaz Olcay Denizerê di daxuyaniya çapemeniyê ya ewil ya 2020an da axivî ku ji hêla Wezareta Parastina Neteweyî va hat lidarxistin destnîşan kir li Îdlibê dijî êrîşan wê demildest bersiv bê dayîn û ciyên çavdêriyê jî wê wezîfeya xwe berdewam bikin.

"Li Îdlibê dijî êrîşan wê demildest bersiv bê dayîn"

Midûrê Şaxa Analîz, Plan û Kordînasyonê ya Mişawirtiya Pêwendiyên Gel û Çapameniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî Serbaz Olcay Denizer: "Li Îdlibê dijî êrîşan wê demildest bersiv bê dayîn û ciyên çavdêriyê jî wê wezîfeya xwe berdewam bikin."

Serbaz Olcay Denizerê di daxuyaniya çapemeniyê ya ewil ya 2020an da axivî ku ji hêla Wezareta Parastina Neteweyî va hat lidarxistin destnîşan kir li Îdlibê dijî êrîşan wê demildest bersiv bê dayîn û ciyên çavdêriyê jî wê wezîfeya xwe berdewam bikin.

Denizer destnîşan kir Hêzên Artêşa Tirkiyeyê ji bona wezîfeyeke li Îdlibê amade ye û dema ferman bê dayîn çi hewce bike dê bikin.

Olcay Denizer diyar kir di operasyonên Pençeyê da 174 terorîst hatin berterefkirin û ji 83 hezarî zêdetir cebilxane û 403 sitargeh hatin îmhekirin.

Denizer destnîşan kir li herêmên Pençeyê ew herêmên baregehê yên ku sala par ji bo serdestiya li qadê ya seranserê zivistanê dewam bike hatibûn vekirin wê mayînde bibin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2020, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE