Li îdlibê ji bo sivîlan herêmên bêçek

Serok Recep Tayyip Erdoğan û Serokdewletê Rûsyayê Vîladîmir Pûtin li soçiyê civiyan û piştî hevdîtinê biryar dan ku li îdlibê ji bo sivîlan herêmên bêçek werin avakirin. gelo ev herêm ê li kudera bajêr bên avakirin?

Li îdlibê ji bo sivîlan herêmên bêçek

Serok Recep Tayyip Erdoğan û Serokdewletê Rûsyayê Vîladîmir Pûtin li soçiyê civiyan û piştî hevdîtinê biryar dan ku li îdlibê ji bo sivîlan herêmên bêçek werin avakirin. gelo ev herêm ê li kudera bajêr bên avakirin?

Li Sûriyê bi salan e şerê navxweyî heye. Heta niha bi milyonan Sûriyeyî mirin, bûn mihacir û belavî dinyayê bûn. Li welêt dawî li şer nayê û niha li Sûriyê gelek hêz hene.

Ji lazkiyê heta Dera, El Mayadin û Hamayê di deste rejîma Esed de ye. Aliyê rojhilatê Firatê heta Reqqayê di deste rêxistina terorî pydê de ye. Herêma El Bab, Cerablus û Efrînê di destê artêşa azad a sûriyê de ye. Bajarê İdlîbê jî di destê rêxistina terorî Fetih el şamê de ye. 

Li dora Îdlibê noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê hene û Tirkiye ji bo ewlehiya can û malê sivîlan naxwaze li ser bajêr operasyoneke berfireh bê kirin. Lewra li bajêr bi milyonan sivîl hene û heke operasyoneke mezin çêbe, dê li İdlibê qetliyameke mezin bê kirin.

Serok Recep Tayyip Erdoğan li Soçiyê ligel Serokdewletê Rûsyayê Vîladîmir Pûtîn civînek kir û piştî civînê biryar hat dayîn ku li bajêr herêmên bêçek bên avakirin.

Dibe ku herêm li cihên çavdêriyê yên Tirkiye û Rûsyayê bên avakirin. Ew jî dê li aliye jêr ê bajêr bin. Pêvajoya avakirina herêmên bêçek di 15ê cotmehê de wê dest pê bike. Hêrêm dê li ser qadeke 20 kîlometre bê avakirin.

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2018, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE