Li Îdlibê li herêma kêmkirina rageşiyê, bi roketan êrîşî leşkeran kirin. Di êrîşê de 2 leşker şehîd ketin û leşkerek birîndar bû. Li îdlibê li herêma operasyona mertelê biharê leşkerekî krîza dil derbas kir û şehîd ket.
Li Îdlibê li Herêma Kêmkirina Rageşiyê, hin komên radîqal bi roketan êrîşî leşkerên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê kirin.
Di êrîşî de Serdesteyên Pispor Oğuzhan Taş û Ramazan Nayir şehîd ketin, leşkerek jî birîndar bû.
Derbarê mijarê de Wezareta Parastinê daxuyanî da. Wezaretê ragihhand ku bersiva êrîşê demildest hatiye dayîn; hedefên tespîtkirî hatine lêdan.
ji Îdlibê jî xebereke dilsoj hat.
Çawîşê Pispor ê Piyade Sezai Atabey do bi şev di wextê kifş û raçavkirina ewlehiyê de krîza dil derbas kir û şehîd ket. Atabey li herêma Operasyona Mertalê Biharê wezîfe dikir.
Wezareta Parastinê got "Em ji bo şehîdên xwe sersaxî û ji bo malbatên wan, Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û gelê Tirkiyê sebrê dixwazin. Xwedê şîfa bide leşkerên me yên birîndar."