Li Bazîda navçeya Agiriyê agir bi malekê ket.
Li Guneşliya kuçeya Taxa Ehmedê Xanî di hewşa mala Hecî Reşît Çagbavul da agir bi amureke nav xurdeyan ket. Derê 2 malên Çagbavul jî derdikevin heman hewşê û malek nedihat bikaranîn.
Welatiyan midaxeleyî şewatê kirin lêbelê bi ser neketin vemirînin û bangî ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Bazîdê kirin.
Di vê demê da bi rabûna bayê va şewat mezin bû û agir bi mala Çagbavul a kes tê da nedijî ket.
Ekîbên agirkujiyê agir temirandin, xurdeyên li hewşê û mala ku agir pê ket bi tevahî şewitîn.
Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser şewatê dewam dike.