Li Doğubeyazıta Ağrıyê erd bi lerza 4ê hejiya.
Di daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) da hat diyarkirin ku li Doğubeyazıtê di saet 08.57an da erd bi lerza 4ê hejiya.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 7,02 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Midûrê Bajêr ê Agiriyê yê AFADê Necatî Oruk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo erdheja li navçeya Doğubeyazıtê çêbû lêkolînên wan dewam dikin û wiha domand: "Heta niha ji ber erdhejê gilî û gazineke bo xesarê ji me ra nehat."
Mixtarê gundê Saribiyikê Filît Kiliç jî got ku li wargeha herêma erdhej lê qewimî tu xesar çênebû.
AA