Li Dêrikê kursa perwerdeya taybet

Midûrê Ewlekariya navçeyê çû serdana xwendekaran û xelat dan wan

Li Dêrikê kursa perwerdeya taybet

Midûrê ewlekariya Dêrika Mêrdînê çû serdana Dibistana Seretayî û Navîn a Namık Kemal.

Li vê dibistanê kursên lîstikên mantiq û stratejîk tên dayîn gelek xwendekaran.

Di van kursan de xwendekar bi destên xwe ji xwe re maketên lîstikan çêdikin.

Xwendekara bi navê Kibar Severê ji qartoneke hêkan lîstika mangala ya kevnare çêkir.

Ji ber vê yekê jî Midûrê Ewlekariya Derikê Tarık Ziya Turan çû cem xwendekaran û lîstika mangala da wê xwendekarê.

Her wiha hin xelat li xwendekarên din jî hatin belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE