Li Dêrikê xwendekar hatin aşîkirin

Li 102 dibistanan 3 hezar xwendekar hatin aşîkirin

Li Dêrikê xwendekar hatin aşîkirin

Li Dêrika Mêrdînê di çarçoveya kampanyaya aşiya plankirî ya Wezareta Tenduristiyê de xwendekar hatin aşîkirin. Hin ji wan tirsiyan, hin ji wan jî qet deng nekirin.

Li Dêrika Mêrdînê Midûriyeta Tenduristiyê ya navçeyê di çarçoveya Kampayaya Aşiya Plankirî de xebatkarên tenduristiyê şandin dibistanan.

Xwendekar ji bo ku nexweş nekevin hatin aşîkirin.

Ji bo xwendekarên pola yekemîn aşiya sorik, gurepê, ji bo xwendekarên pola 8an jî aşiya tetenosê hat kirin.

Li 102 dibistanan bi tevahî 3 hezar xwendekar hatin aşîkirin.

Di dema aşîkirinê de hin xwendekar tirsiyan lê ji wan hinekan jî qet deng nekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE