Li Duzceyê piştî baranê lehî rabû

Li Duzceyê piştî baranê lehî rabû

Li Yigilca û Akçakocaya navçeyên Duzceyê piştî barana gur pireyek hilweşiya, lehiyê ser 2 pireyan ra avêt, rêbeja Alapli-Yigilcayê, rêya Yedîgollerê û rêya 9 gundan hatin girtin, 17 mal hatin valakirin, 43 welatî hatin texliyekirin.

Li navçeya Yigilcayê ji ber barana ku bê navber barî, çeman ser ra avêt û lehî rabû.

Li navçeyê piştî baranê Pireya Aksu-Kirikê hilweşiya, pireya Karakaş û Çîftlîk Sapagiyê ser ra avêt. Her wiha pireya Çemê Melenê û pireya Çemê Ahmetçîlerê jî piçek mabû ku ser ra bavêje, lê tevdîr hatin hildan.

Li gundên Hocakoy, Haciyerî, Hocatman, Yilgin, Tiraşlar, Refîkler û Dîbektaşê hezaz çêbû.

Di lehiyê da dar û beran û hezazê rêbeja Alapli-Yigilcayê û rêya Yedîgollerê girt.

Ji ber ku li ser rêya Yedîgollerê, texma Bekîrler Alti Melenkiyisiyê hezaz çêbû û lehî rabû, çûyîn û hatina gundên Yilgin, Çukuroren, Gazîler, Çîftlîk, Hocakoy, Karakaş, Mengen, Yogunpelît û Yaylatepeyê sekinî.

Ji ber rîska hezazê li gundê Tiraşlarê ji 8 malan 22, li gundê Yilginê ji 5 malan 9, li gundê Yagcilarê ji 4 malan 12 welatî ji malên wan hatin texliyekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE