Li Duzceyê piştî erdhejê 5 hin welatî neketin malên xwe

Li Duzceyê piştî erdhejê 5 hin welatî neketin malên xwe

Li Duzceyê piştî ku erdhejeke lerza wê 5 e çêbû hin welatî ji ber tirsî neketin malên xwe.

Hin welatiyên li Taxa Cedîdiye û Azmîmîlliyê dijîn piştî erdhejê derketin derva.

Welatiyan agir dadan, dia kirin û ji bo tevdîrê şev li derva man.

Mixtarê Taxa Azmîmîlliyê Hakan Altindag ji rojnamevanan ra daxuyand ew ji welatiyan ra dibêje derbasî be.

Altindag got di 12ê Mijdara 1999an da jî li Duzceyê erdhejek çêbû û welatî niha ji bo tevdîrê nakevin malên xwe, divê ew aram û baldar bin.

Waliyê Duzceyê Cevdet Atay jî der barê erdheja ku lerza wê 5 e da daxuyand tu zirarek tune, lê qasî 12-13 kes ji ber tirsê hatine nexweşxaneyê ku tedawiya wan hatiye kirin.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî daxuyand di erdhejê da mirî û birîndar tunene,15 kesên nexweşiya panîkatakê bi wan ra heye û 5 kesên nexweşiya travmayê bi wan ra heye hatine tedawîkirin.

Koca wiha got: "Tîmên UMKE û Alîkariya Acil a 112yê tevahî bi 38 personelan va li ser wezîfeyên xwe ne. Ji Duzce û Tirkiyeyê ra derbasî be."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE