Li Edene û Rihayê operasyona terorê

Li Edene û Rihayê 2 jê Sûriyeyî 24 gumanbarên tê îdiakirin ku propagandaya PKKya rêxistina terorê kirine û ji rêxistinê ra eleman peyda kirine hatin binçavkirin

Li Edene û Rihayê operasyona terorê

Li Edene û Rihayê 2 jê Sûriyeyî 24 gumanbarên tê îdiakirin ku propagandaya PKKya rêxistina terorê kirine û ji rêxistinê ra eleman peyda kirine hatin binçavkirin.

Li gor agahiyan ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr a Edeneyê dijî gumanbarên tê îdiakirin ku propagandaya rêxistina terorê kirine û ji rêxistinê ra elemanan peyda dikin li Edene û Rihayê li 26 navnîşanên cuda operasyon li dar xist.

Di operasyona ku polêsên herekata taybet jî beşdar bûn da 2 jê Sûriyeyî 24 gumanbarên tê îdiakirin ku ji rêxistinê ra elemanan peyda dikin hatin binçavkirin. Di lêgerîna malên gumanbaran da tifingeke nêçîrê ya bêruxset, 3 demanceyên hişkeber û gelek belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.

Li Yekîneya Tiba Edlî kontrola tenduristiya gumanbaran hat kirin û ji bo ku jêpirsîna wan bê kirin ew şandin ewlehiyê.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE