Li Edeneyê di lêpirsîna PKK/KCKyê da ji bo 38 berşikan biryara binçavkirinê

Li Edeneyê di lêpirsîna PKK/KCKyê da ji bo 38 berşikan biryara binçavkirinê

Li Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna dijî rêxistina terorê PKK/KCKyê da der heqê 38 berşikan da biryara binçavkirinê hat dayîn ku di nav wan da Alîkara Şaredarê Seyhanê Funda Buyruk û hin rêveberên HDPyî jî hene.

Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê ji bo tesbîtkirina fealiyetên rêxistina terorê PKK/KCKyê da xebat da destpêkirin.

Di şopandina teknîkî ya di vê çarçoveyê da hat tesbîtkirin ku hin berşik li ser navê rêxistinê fealiyetê dikin.

Der heqê 38 berşikan da biryara binçavkirinê hat dayîn ku di nav wan da Alîkara Şaredarê Seyhanê Funda Buyruk û hin rêveberên HDPyî jî hene.

Di operasyona li dijî navnîşanên berşikan da tevî Funda Buyrukê hin berşik hatin binçavkirin.

Polêsan di avahiya Şaredariya Seyhanê da lêgerîn pêk anîn.

Xebatên ekîban ên binçavkirina berşikên mayîn didomin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE