Li Edeneyê di operasyona berhemên dîrokî da 233 polik hatin qefaltin

Li Edeneyê di operasyona berhemên dîrokî da 233 polik hatin qefaltin

 Li Ceyhana navçeya Edeneyê di operasyona berhemên dîrokî da 233 polik hatin qefaltin, berşikek hat binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê tesbît kir ku li Taxa Mustafabeyliyê ya navçeya Ceyhanê berşik Y.K. hewl dide berhemên dîrokî yên di destê xwe da bifiroşe.

Li ser agahiyê, ekîban operasyon kir û di wesayîta berşik da lêgerîn pêk anî. Di lêgerînê da 233 polikên ji serdema Roma û ya Bîzansê hatin qefaltin.

Berşik Y.K. hat binçavkirin û her wisa polikên qefaltî jî radestî Midûriyeta Muzeya Edeneyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE