Li Edeneyê operasyona dijî FETO/PDYyê

Li Edeneyê di lêpirsîna li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Sazîbûna Dewleta Rexber da 15 şikbar hatin binçavkirin...

Li Edeneyê operasyona dijî FETO/PDYyê

Li Edeneyê di lêpirsîna li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Sazîbûna Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 15 şikbar hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê dimeşîne da ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Ewlekariya Bajêr li dijî kesên tê îdiakirin bi rêxistinê ra têkiliya wan heye xebat dan destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da ji bo derdestkirina 15 kesên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn li Edeneyê operasyon hat kirin.

Di lêpirsîna li ser komîserên ji wezîfeyê hatibûn îxrackirin da 15 şikbar hatin binçavkirin.

Şikbar li Yekeya Tipa Edlî ya Edeneyê ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û ji wir jî birin Midûriyeta Ewlekariyê.

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE