Li Edeneyê operasyona dijî PKK/KCKyê: 7 binçavkirî

Li Edeneyê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 7 kes hatin  binçavkirin.

Li Edeneyê operasyona dijî PKK/KCKyê: 7 binçavkirî

Li gor agahiyan tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê li bajêr li hemberî kesên beşdarî çalakiyên dereqanûnî bûne û bi kevir, teqemeniyên desteçêkirî (EYP), fîşengên hewayî û molotofan êrîşî polêsan kirine xebat dan destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê da der barê 10 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Bi piştgiriya polêsên tevgera taybet li dijî şikbaran operasyon hat kirin.

Di operasyonê da 7 kes hatin binçavkirin.

Piştî kontrola wan a tenduristiyê ya li Şaxa Tipa Adlî ya Edeneyê tîman ew birin Midûriya Ewlehiyê.

Ji bo 3 şikbarên fîrar jî bên girtin xebat dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE