Li Edeneyê êrîşa li dijî wesayîta polêsan

Waliyê Edeneyê Mahmut Demirtaş daxuyand ku li navçeya Yuregîrê ya navend dema otobêsa polêsan derbas dibû bi bombeyeke destçêkirî an cureyekî din va êrîşa bibombe hat kirin.

Li Edeneyê êrîşa li dijî wesayîta polêsan

 Li Edeneyê dema otobêsa polêsan derbas dibû êrîşa bibombe hat kirin. Di êrîşê da polêsek û 4 kesên li der û dorê birîndar bûn.

Waliyê Edeneyê Mahmut Demirtaş daxuyand ku li navçeya Yuregîrê ya navend dema otobêsa polêsan derbas dibû bi bombeyeke destçêkirî an cureyekî din va êrîşa bibombe hat kirin.

Demirtaş got di êrîşê da polêsek û 4 kesên li der û dorê bûn birîndar bûn lê rewşa wan giran nîne.

Demirtaş der barê rewşa birîndaran da wiha got: "Rewşa birîndaran pir baş e. Welatî ji bo tebdîrê çûn nexweşxaneyan. Tu pirsgirêkeke polêsê me jî tune."

- Dema otobês derbas dibû teqîn çêbû

Der barê êrîşa bibombe da Walîtiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê da hat gotin dema otobêsa polêsan ji taxa Selahadîn Eyubî derbas dibû êrîşeke bibombe hat kirin. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Di êrîşê da polêsek û 4 kesên ku wê çaxê li der û dorê bûn birîndar bûn. Rewşa birîndaran gelekî baş e. Der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin."AA

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE