Li Edeneyê tehma tescilkirî ya êvar û şev tê xwarin: Şirdan

Şirdanên ku li bajêr nexasim ji hêla firoşkarên seyar û hin restoranan tên sitandin, piştî ku tên şûştin hundirê wan bi xercê birinc tê tijîkirin û dirûtin.

Li Edeneyê tehma tescilkirî ya êvar û şev tê xwarin: Şirdan

Li Edeneşirdana ku xwarineke kuçeyê ye û ji tehmên tescilkirî yên bajêr e, êvarê û bi şev li ser dezgehên seyar tê xwarin.

Şirdana ku ji her berxekê yek jê derdikeve, ji pezên ku li herêmên cuda tên serjêkirin tên berhevkirin û bo Edeneyê tên şandin.

Şirdanên ku li bajêr nexasim ji hêla firoşkarên seyar û hin restoranan tên sitandin, piştî ku tên şûştin hundirê wan bi xercê birinc tê tijîkirin û dirûtin.

Şirdanvanên bajêr tên ciyên xwe yên li ser kuçe û kolanan, şirdanên ku li malê amade dikin, dikelînin û li benda mişteriyan dimînin.

Welatî jî tên û li ser kursiyên li ber dezgeh rûdinên, şirdanên tên ber wan, xwê, îsot û kîmyon dikin û tevî dew û tirşînê dixwin.

Cengîz Guneşê Şirdanvan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ev 40 sal e şirdanvaniyê dike, pîşeya bavê wî ye û wiha axivî:

"Ji dapîra min a rehmetî derbasî bavê min û ji wî jî derbasî min bû. Ez jî niha fêrî zarokên xwe dikim. 4 nifş e em vî karî dikin. Îmalata wê diya min û jina min dikin. Em her roj di saet 17.00an da dezgeh vedikin û heya nîvê şevê saet 02.00-03.00yan em xwe didin ber. Em sibehê amade dikin û dikelînin û her wisa bi şev jî difiroşin."

Cengîz Guneş her wisa got ku teleba ji bo şirdanê bi xêra medyaya civakî zêdetir bû.

Îrfan Çiçeklidalê şirdanvan jî got ku ev 36 sal e ew şirdanên ku li mal amade dike, li ber dezgehê xwe difiroşe.

Mişterî Ali Findik diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe va şirdanê dixwe û xwarina şirdanê ji bo wî bûye edet.

Koray Argindogan jî bal kişand ku ew pir ji şirdanê hez dike û ew hema hema di heftê da du caran şirdanê dixwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE