Li Edirneyê 550 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Edirneyê 550 koçberên bêdestûr ên xwe amade dikirin ku bi rêyên derqanûnî derbasî dervayê welêt bibin hatin girtin...

Li Edirneyê 550 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Edirneyê 550 koçberên bêdestûr ên xwe amade dikirin ku bi rêyên derqanûnî derbasî dervayê welêt bibin hatin girtin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr û yên yekîneyên hidûd ên Fermandariya Lîwaya Piyadeyên Mekanîze ya 54an tesbît kirin ku hin kom hewl didin bi rêyên dereqanûnî ji sînor derbas bibin.

Di kontrolên li navçeyên Enez, Merîç, Îpsala, Havsa û Uzunkopriyê hatin kirin da 550 koçberên bêdestûr ên welatiyê Filistîn, Mexrib, Bangladeş, Iraq, Efxanistan, Pakistan û Sûriyeyê hatin derdestkirin.

Koçberên bêdestûr piştî karûbarên li fermandariyê şandin Midûriyeta Îdareya Koçê ya Edirneyê.AA

Dîroka nûkirinê: 22 Gulan 2019, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE